Ey dewra bindestî ey dewra reşa mûlewwes,
Ji bo çi em hincirîn bo çi zoryé kir hewes,
Ji ber zilmé, dîroké bibéj dewra îstibdad,
Bizanbe tu car kesek te bi xér qet nake yad,
Dibéjî kesén we’y mirî tev sefîl û ehfad in,
Nikarin derkevin’j bin ax bigazî û feryad in.
Hey wax...
Bist milyon kes ji şehrek re çawa bûn mehkûm,
Dema sûr a me hatî serî radikin mezlûm.
Ey bindestî,
Giranya xwe ji vir bib, bébext û gelek bé ar,
Çavé me hat vekirin em ji te bûne bézar.
Dilxwezya xwe pé bînim bi wî dem û dewranî,
Dema me te ji nava éla Kurdan deranî.
Ezé béjim ey felek çerxa çewt wa zivirî,
Me avét ewan cilén te li bejna me birrî.
Koletî, bindestî û edûqewm û nezanî
Te bingeh dîtî li ser tiralîyé û xizanî.
Bizanbe!
Me kozîk vekir li te bi ehd û sond û we’da
Jîyana bi te re herame’j me re got Xweda.
Li ser Kurdan te çok da ranebû’y çend sed salan,
Bi cîhada himber te rûspî bin péş bav kalan.
Yûcahîdûne fissebîl himber cehla mûrekkeb,
Îqre emré ewil e em pé bigrin wek kewkeb.
Ew mûcahîdan digrén sing de feyza Rebbanî,
Bi wan ji dil eyan bû zaré nûra Yezdanî
Duristî'j bo te tune geh mîm î geh jî xeyn î
Bindestyé re me got bes em tev bûne Huseynî,
hüseyin türk
Hüseyin TrkKayıt Tarihi : 7.1.2011 16:05:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!