Kulîlka Na Pelanî Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2566

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Kulîlka Na Pelanî

Delalê tu beybuna nav mêrganî
Bedewê dêmê te de gul veda ye
Keçê tu tim bihara gulîstanî
Dilê te jî pir geş e roj veda ye

Bedewê tu kulîlka nav pelanî
Paşila min de nîgara te reng daye
Tu her tim evîna nava dilê minî
Bedewê nav lêvên te de ken heye

Delalê tu hinara bax bexçanî
Bi her dem tu şêrînî, hingivî yî
Tu jîyînî tu buhuştî, cenetî
Bi her dem tu wek şewlan ronahî yî

Delalê û rihanê, lê gula Wan’ê
Ez bextê te me destê xwe bide min
Tu keça Kurdanî, qîza merdanî
Ji aramî bi kenan rû bide min

Delalê canê, bilbila deng şewatî
Pir nazîkî kew, kevoka serhadê
Ji eşq û evîna te ez bengin bûm
Bejn bilindê çav reşê û qemerê

19.12.2016
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 19.12.2016 12:04:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu