Kiras Sorê Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2546

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Kiras Sorê

Kiras sorê qerqaşê, xwe berhevke zû were
Gul gonin hemû vedan, hewa germe bihar e
Av dikele bilqe bilq teştê de jî kinç hene
Bişo raxe ber tavê war-welat, niştiman e

Kiras sorê binefşê serê te de şara reşe
Wele êdî ne sare; sifre me de zebeşe
Gul şênbûn nav baxane hêlehêla çûkane
Xişe xişa pelane dengê wana zehf xweşe

Kiras sorê gozelê bejn bilindê newq ziravê
Malan koç kir zazanan em daxwazin tu jî bê
Mî dikalin guheran kalekala berxane
Em benda rêya tene yekşemê an duşemê

Kiras sorê şemalê gul, gulpik tim sosinê
Tu dimeşî werdekî were ser axa Muş ê
Quling diçêrin mêrgan leqeleqe leglegan
Wan ê, Dêrsim, Haran ê bi vê germq havînê

Kiras sorê rûgeşê berf heliya Çewlig ê
Xule xula Erez e xwe berda axa Qers ê
Dikişe şevan, rojan dorhêlê de gulîstan
Şeng û şaî dilşaî dengê wê de Kurdîstan

Mehmet Çobanoğlu
18.01.2012
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 19.1.2012 00:58:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu