Kes Nikare Ramanê Mêjûyên Me Şêlu Bikin

Murat Karacuban
210

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Kes Nikare Ramanê Mêjûyên Me Şêlu Bikin

ey brano ey hevalno!
ez jî ji we me
ez jî mîna we rêwîme
û ez jî mîna we penawerim
ez jî li ser wê axê
ew axa kû bi navê bihiştê tê navdan
ew axa kû li ser nizam çend peymandar û sozdar hatin û çun
axa kû dîroka mirovatî yê li ser destpê kir
axa kû mirov bu xwedanê ramanê bu xwedanê dilê xwe
ez jî li ser wê axê hatim cîhanê
lê ew axa kû naha ne azad e
der û dorên wê mar û ejderha gur û kûçik hirç û hovîyan dor lê dane
bi destên kesên dijî mirovatîyê hatîye dagertkirin
ew kesên kû dixwazin me bigirin bin destên xwe
dixwazin em tim li paş bin
lê binêr em naha li hemû kûçên cîhanê belav bune
me her kûçek ji xwere kirîye warek lê ne welatek
warekî dur û rû li welêt
lê xwestina wane kû me li vir jî bindestkin
an nebu bikin wekî xwe ew jî nebu mêjûyên me bişon
lê na na
ew nizanin kû reş tû carî nabe spî
lê kirina wan ewe kû dikarin spî yê gemarî kin û wer dizanin kû spî bûye reş
lê na na
her tişt bi xwe
her gîha li ser kok axwe şîn dibe
lê na na nabe
me got çi:
me got na an jîyanek azad an jî berxwedanek rûmet
naha gavên me berî azadîyê tên avitin
û dem derbaz bu me nikarin bikin mîna xwe
le bila ew peyman ha were zanîn

kes nikare êdî ramanê mêjûyên me şêlû bikin

Murat Karacuban
Kayıt Tarihi : 11.12.2009 01:25:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Murat Karacuban