Hilm rabû, ji germa tavê
Keçik jî çû, li bo avê
Dêre lê jî hevrîşime
Şên û şahî mala bavê
Weşîni ket nav şakilan
Ev dil dixwaze kakilan
Xwezgînî yê keçê hatin
Avzêl çêkin bi şîlanan
Pêşberê malan robare
Keça rûken pir kubare
Bavê wî, qelen naxwaze
Ew miroveke dilbare
Wele, îro xweş dîlane
Şahî, şengîya dilane
Dest nedin kêfa keçikê
Goveda ap û xalane
Xwesîya keçê dayîke
Dayîka keçê dayîke
Dergistî ya keçê şêre
Keçika rûken dayîke
Kayıt Tarihi : 7.7.2019 18:52:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!