Keça Min Kuştin Pêş Malane

Mehmet Çobanoğlu
2557

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Keça Min Kuştin Pêş Malane

Bi dora gundê me kevrir û qewşin
Ax li ser mala me de ewrên reşin
Şewat ket, li nav dil û canê min
Çima li zinaran de gurên wehşin

Ax û wax! Agir xistin kezeba min
Li rojane nehat Sedanur'a min?
Bi rastî bêbextî ya dinê zehfe
Ez bimirim xebereke reş dan min

Aapano, xalano li min şîwane
Şev û roj, ji min re mije, dûmane
Li gundê Paslı de xwîn û xezebe
Mêrkujê cavreşa min bêîmane

Newala Qaqizman'ê de devîne
Rojane min zarîne, min qîrîne
Ax keçika min kuştin pêş malane
Mêrkujê wê kîye tu kes nizane

Keça min ber keviran qet kirine
Bêkes, bêxwedî, bi tenê hiştine
Li axa Qers'ê min re, derd peyda kir
Ax li min, Sedanur'a min kuştine

Berxa min, keça min hê neh salî ye
Derdorê gundê me jî pir xalî ye
Gundîno, agir bikeve gundê we
Gelo mêrkujê delala min kê ye

Mehmet Cobanoglu
25.09.2018
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 25.9.2018 14:02:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu