Rêya gund ê me berwar e
Keça kubar lê dimeşe
Sol, sapokên xwen girêda
Zehf nazik e xweş dimeşe
Keça kubar çû li kanî yê
Ava kanîyê venakişe
Ximexim jî ket tev avê
Av kanî yê sar dikişe
Keça kubar li por reş e
Di nav rojê de şabûne
Û nazdar e, nazdende ye
Gul jî sînga de şîn bûne
Keça kubar, keça kubar
Mîna kulîlka bihar e
Dişibe bilblên şaxan
Li guhê de zêr guhar e
Gulî bejnê de şitilin
Birûyên lê, wek kemanan
Ez şirînî ya wê ketim
Zimanê wê wek dermanan
Ez mam, heyrana çavên wê
Ew havîna vê zemanê
Ew kubara bavê xwene
Li Şewan'a Qaqizman'ê
Mehmet Çobanoglu
15.09.2023
Stenbol
Kayıt Tarihi : 15.9.2023 14:27:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!