Çavên te min dibe dûrahîyan, dibe wan baxên behişt
Destên te dilê min
Germ dike
Porê te
Bêhna exlemûr
Bêhna gulan
Ji min re tîne
Ez bi te dikevim
Xeyalan
Xeyalên bêserî û xeyalên bêbîn
Bila winda nebin ew kenên li ser lêvên te yî tenik
Kenên te derdan re derman, bêkesan re mecal û qudume
Ez ji te dev bernadim, hesreta kenên te, çavên te me
Kenên te wek deryaên bêsînor, bêdawî bi dîyar
Wek gulpikên gulan
Pir zarîf û pir narîn
Kenên te ji min re aram
Ji min re jiyan e
Durûtî, dilhişkî
Nebe para te
Daxwazî ez canê xwe
Bidim te
Kenên te
Ji min re cesaret
Ji min re beybûna evînê ye
Kenên tu kesan
Li wek kenên ser lêvên te
Ne gizing, ne ronak e
Nêrînê te yî behît
Wek efsûna esrarengîz
Manedar e
Ez bûm heyrana te
Stû yê min, tewandî nehêle, xwe berde nav hembêza min
Ez çawa qala kenê te bikim? Kenê te kenê herî xweşike
Dil û gurçik, kilam û strane
Li bin de rûçikê te yî
Xweşike
Bi kenên te
Tarîya şev ê
Stêrkan maç dike
Tu kelacaneke germî
Hesret û evîn, sewda ya herî tîr î
Li nav her kenên te de dil û eşq aj dide
Bi wê awa kenên te, stranên evînîyê bilin dibin wek çiyan
Mehmet Çobanoglu
14.06.2020
Stenbol
Kayıt Tarihi : 14.6.2020 15:41:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2020/06/14/ji-min-re-can-u-jiyani.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!