Lê ronahî ya dilê min
Gul vedana şitilan e
Ez bi qurbana axa me
Tim evîna her dilan e
Gul, sisinan dorlêgirtî
Min nereve, bextê te me
Tu şefeqî tu berbangî
Bi rojane bendê te me
Lê bedewê, lê zarxweşê
Çixilê ter, bêgul nabe
Tu dilketî, tu evînî
Dilê min bête şanabe
Çi dibe ji min nereve
Yar li min dûr nemîne
Ji ber eşqa te nexwşim
Were, li ba min bimîne
Wek zengilok wek bilbilan
Dilê min teyrê rebene
Evîna min em çi bikin
Neyarê me pir qehpene
Çi dibe min wêran neke
Evîngermî ya dilê min
Daxwazim xwe bişêwêre
Tim eşkere were ba min
Mehmet Çobanoglu
20.05.2022
Stenbol
Kayıt Tarihi : 20.5.2022 20:48:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2022/05/20/ji-min-nereve.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!