Ji Bo Kurdan Xelate Şiiri - Mehmet Çoban ...

Mehmet Çobanoğlu
2545

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Ji Bo Kurdan Xelate

Şervanek tê Kanîreş’ê li Muş’ê
Neyaran agir avêtin nav puşê
Ma ev çi zeman e? Derman tune ye
Şûna merhem jahr berdane nav şuşê

Bîrina şervan, bîrineke kûre
Heyfa şervan, rê ya şervan pir dûre
Agir û duman e lê qulibandin
Wek volkan e wek kuçik û tendûr e

Dibêjin bîrina şervan xirabe
De rabe birayê delal tu rabe
Ez hespê kihêl bînîm te re zîn kim
Keko here, bi vî awayî nabe

Ew şêr him şervan, him birayê me ye
Ew tim dozvanê hwmû gelê me ye
Ji ber zilma zorkerean bu şoreşger
Him dil û kurçik, him rûmeta me ye

Ew hêvî ye, niştimane, welat e
Rojan berxwedan û rojan şewat e
Ew tim şêr û şervanê dil pola ye
Dijrabere, ji bo Kurdan xelat e

Mehmet Çobanoğlu
07.09.2017
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 7.9.2017 22:50:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu