Xortên warê me Kurdan
Bûn şervanê me gelan
Ala rengîn ser milan
Li wan bêhn tê wek gulan
Agahî ket nav Kurdan
Destek bidin wan xortan
Têkoşîna pîroz e
Em qurbana şehîdan
Bihuşt e axa me ye
Xwîna rijiyayî ya me ye
Rêya me rêya heq e
Serfirazî ya me ye
Kurd rabûn bi hezaran
Li bo doza me şer e
Têkoşîna pîroz e
Neyarê me bêzar e
Roj li welat xuya ye
Li axê de ronî ye
Ev qêrîna dawî ye
Duhî çû, îro ya me ye
Berxwedana lehengan
Bû berhema stranan
Bi tê gotin dîlanan
Bigerînin govendan
Mehmet Çobanoglu
09.09.2019
Stenbol
Kayıt Tarihi : 8.08.2019 23:24:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.


Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!