Hrantê Delal Şiiri - Remzi Çakın

Remzi Çakın
109

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Hrantê Delal

hrantê delal
bijare û gewreyê
gelê ermenî
dil zelalîya gelê bindest
heza mirovê aştixwaz
mêrê rakelê
bavê,
delal û ararat
birayê dilsoz
aqilmendê mezin,
jîyan kêmê cîhanê
dil tenikê mirovîyê
kurtene yê tirsa bê şeref
mirin ne navê te ye.
dilê te yî hewîs
firîya ezmana
lê encama te,
bo kilama milyona
li kolanê istembolê
wek xim-xima cemê firat
herikî
ket guhiyê dijminê mirovan
em hemî ermenî,
em hemî hrant dînkin.........

ji bo jina mêrê çê rakelê re.

19 çile 2007
remzi çakın

Remzi Çakın
Kayıt Tarihi : 28.1.2008 16:31:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Hikayesi:


ji paş mirina ronekbîrekî re.

Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • Berhîm Paşa
    Berhîm Paşa

    Silav û rêz.Ûji hestên te re silav.Ji dilê te re silav.Helbestek xweşik e.Bila Hirant'ên mayî sax bin.
    Rexnek: Helbest kurdî çîroknîşan tirki ma gelo wilo dibe? Van nakokiyan rakin ji holê dilê kê dîêşe bila biêşe.Bi giramî û bi hez...

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (1)

Remzi Çakın