Çavên te du stêrk in, li esmanê dilê min
Ronî didin şevên tarî, dibin hêvî û tinîn
Ne derya ye, ne çem e, ummaneke bê binî
Ez keştiyeke şikestî, tê de dixeniqim înî
Çavên te hîpnozamin,
Wan ez dîn kirim.
Her nîgaha te efsûnek, ruwê min li ber digere
Dilê min wek bilbilekî, di qefesê de diperpere
Di sînga min de volqanek, ji evînê diteqe
Gava tu dûr dikevî, cîhan li min xerabe û şepeze
Çavên te hîpnozamin,
Wan ez dîn kirim.
Ev ne dînîtî be, ka çi ye navê vê hestê?
Bê te her kêlî mirin e, di nav lepên qederê de
Weke tîriyekî serxweş, di nav mêjiyê min de yî
Were, bibe dermanê min, an jî bihêle bila bimrim di vê êşê de
Çavên te hîpnozamin,
Wan ez dîn kirim.
Kayıt Tarihi : 12.2.2026 02:22:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!