HEZAR ŞENG
Wek biharek gihaştî Wek roja hezar şeng
Wek gula soreng Wek bayê bêreng
Hez dikim ji te Wek gundê ne şewitî
Wek xaniyên kavil nebûyî
Wek minara ne hilweşiyayî
Hez dikim ji te
Wek gola avê Wek çemê xetelê Wek masiyê navê
Hez dikim ji te Wek xortekî Kurd
Ji dil bi kul im
Her timî dinalim
Hez dikim ji te Were xewna min îşev pîvoka min
Kubar û nazik xwe bihejîne
Min rake ji xewa mirinê
Sermest û dîn bibim
Hez dikim ji te Tu yî tûrikê min
Tu yî barê min Tu yî şev û roja min
Tu yî dîtina min Neke êdi
51
Hez dikim ji te
Kayıt Tarihi : 4.3.2023 23:51:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!