Çi xweş hatî çi xweş hatî remezan
Hezar carî bi xweş hatî remezan
Sed silav jibona te heyva Quran
Sed silav û sed silav ey remezan
Ser ser û ser çavan hatî remazan
Çi xweşî li nav dilan ey remazan
Şeva qedrê şeveka li remazan
Li wê şevê Xweda şandiye Quran
Hatîye pesindarî ji ba Xwedan
Jibo wê hêjaye heyva remazan
Ref bi ref firîşt hatin ji asîman
Simik dixwînin li heyva remazan
Xwedîyê dilên paqij li mizgeftan
Jibona şikrê Xwedê li remazan
Nivîsronî li ser gelek mizgeftan
Dibiriqe her daîm li remazan
Jibona me her qencî ye ji Xwedan
Bahara dilane heyva remazan
Ew siltana duwazdeh mihên salan
Ew stêr kin roja wan a remazan
Mil li mil ji her cureyên mirovan
Li ber Xwedê li nav heyva remazan
Kom bi kom bi daxwazî li bin quban
Jibo efû-mexfîret li remazan
Bereket ketiye paşîva şevan
Tenduristî ye rojîya remazan
Kayıt Tarihi : 2.12.2023 20:50:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!