Helbestvanên Kurdan Şiiri - Mehmet Çoban ...

Mehmet Çobanoğlu
2552

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Helbestvanên Kurdan

Erê ez ji we Feqîyê Teyran dixwazim
Ew kesê qedir mezin, feylesofê Kurdan
Ew kesê rêzan ew kesê her dem murşît bû
Ew kesê dostê gelan, helbestvanê Kurdan

Erê ez ji we Ehmedê Xanê dixwazîm
Ji pênûsa wî de çîroka Mem û Zîn’e
Di dilê wî de germahîya welate bû
Nûbahara wî ji bo Kurdan tim evîn e

Erê ez ji we Melayê Cizîr’ê dixwazim
Ew caran mîr bû caran jî şivan û gavan
Ew kesê dilê wî wek deryaê girse bû
Ew kesê dildar, kesê oldar û helbestvan

Erê ez ji we Seyda Cigerxwîn dixwazim
Ew kesê bi rûmet navê wî Şehmus Hesen
Ew kesê peneber kesê lêkolîner bû
Ew kesê wêjekar bû helbestvanê resen

Erê ez ji we Hecîyê Cindî dixwazim
Ew kesê awaza Êzîdan lawê Kurdan
Dîrokzan bû nivîskarê Riya Taze bû
Ew kes cîwakparêz bû xwe jî dostê merdan

Erê ez ji we Fêrîke Usiv dixwazim
Ew kesê li Revan’ê û Sipan’ê dijîya
Xortanîya wî bihêz qelema wî çalak bû
Ewî kedkar ewî jê xwêdan dirijîya

12.07.2016
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 13.7.2016 01:00:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu