bi bawermendiyê germ hatin
dilê wan di coşa demsala reng-şîn de bû,
di çavê wan de nêrînên bê dijber,
hatin...
li pey kevokê bask-spî
bi xezala kovî re hatin
li ser lêvê wan starnên bêkesî...
hatin..
bûn mêvanê şevbûhêrkê me,
parîya nanê tisî xwestin,
li ber hinek hezkirin...
hatin...
ji bin bîra dîrokê şaxvedan,
di mêjiyê bindest de teqiyan,
di tolhildana hezar salan de bûn..
hatin...
niha cîhê wan,
bin darê gûza ye,
di hênkahiya gûlanê de tên gorkirin,
rêhevalê mem'in,
di dilê wan de
evîna sedhezar zîna....
Kayıt Tarihi : 1.1.2009 18:48:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
saygılar
TÜM YORUMLAR (2)