Hat Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2547

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Hat

Hat hat xwe roja me
Helat çû ser fiza me
Em qurbana vê rojè
Ronahî bû warê me

Hat hat xweş roja me
Derket çû ser fiza me
Birîqî û vejinî hewilda
Bû teqeta nav dilê me

Hat wele xwe roja me
Roj veda lo roj da me
Can qurbana tava wé
Germa vî ket axa me

Hat wele hat roja me
Şev bişkivî çû ser me
Ne reş ma ne mij,tarî
Ronahî bû nav ax me

Hat wele ew roja me
Xuyanî li şeveqa me
Şefqe,şemal jî navda
Beyanî ket waré me

Hat wele hat roja me
Bihişt,jîyan warê me
Dîyar,şebaş canê me
Kesk,sor,zer boy me

Hat wele ew roja me
Şekir,şîrîn li boy me
Ez qurbana tava wè
Ket parîyê nanê me

Hat wele xwe roja me
Kenîya çû ser fiza me
Xemîlî xwe roj da me
Ronahî bû gundê me

Hat wele xwe roja me
Ronahî bû lo warê me
Serbilind û nav mezin
Alarengî şand ser me

Hat wele xwe roja me
Derman è li derdè me
Yekîtî ket bo gelê me
Welat xwe bû dilê me


16.10.2003
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 23.10.2007 16:05:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu