Li ser asoyên zirav
Digel helesorka berbeyanê
Awirên min ên vala dişkên
Li valahiyê dinêrim
Heçko tiştekî min winda bibe
Li te digerim
Li te Gulhinarê
Û strana te dibêjim:
Reng biharê
Gul hinarê
Çav belekê
Gerden spîndarê
Bi hesteke zarokane
Dilê min diperpite ji ber te
Ligel her hilavêja rojê
Wexta çavên min hişyar dibin ji xewê
Tiştê yekem tê bîra min
Tenê tuyî Gulhinarê
Û strana te distêrim:
Reng biharê
Gul hinarê
Çav belekê
Gerden spîndarê
Li dawiya her rojê
Ligel xatirxwestina ronahiyê
Wexta stêrk diçilvilin li asiman
Awirên min ên xemgîn
Li nav hemû stêrkan
Tenê li te digerin Gulhinarê
Û strana te dinihwêrînim:
Reng biharê
Gul hinarê
Çav belekê
Gerden spîndarê
2004-04-02
Ömer DemirKayıt Tarihi : 24.7.2004 14:27:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Turhan Toy
TÜM YORUMLAR (2)