Beri te dibûm kor,
dibûm lal
di jiyanén du rû de.
Dibûm evdal bi çoIan diketim
di evsûna evinên derewîn de.
Édi ez jiyané hédi hédi bi te,
ez jiyané bi hezkirina te
hin dibim Gûlamcan.
Bihéle da ku ez dilé te
yé şikesti maç bikim,
bikim mévanek eziz ji dilé xwe re.
Dilé xwe ji min re veke
Nereve wek çukekî baz şikestî û bi tirs.
Ka bihéle
bila cend dem derbas bibin,
di ser evina me de.
Tu dizani ku ez hesretim
ji xewén sevan re,
xewén mayî jî tu nerevine.
Tu dizani ku ez
ji bendemayinén bédawi westiyame.
Tu dizani ku ez di sê demsalan de ji
hatim kuştin,
bihéle da ku ez di "Bihar" a te de bijim.
Min di heméza xwe de veşére.
Seré min deyne ser çoka xwe
û stranekê ji min re béjé
bila té de bérikirin,
bila té de hesret
bila té de evindarî hebe.
Min di kuçen tari de
békes û ketî,
bé xwedî û
bé xwuda nehéle Gûlamcan !
Min bigire bihuşta xwe...
İrfan Görnü
Kayıt Tarihi : 4.5.2023 00:31:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!