Dar û berê warê me
Xemla dora gula me
Navberé gul gulgulî
Mîna kincên lela me
Li rengé nav gulanî
Mîna germa rojanî
Kesk,sor zer nav te
Gulên baxan,ciyanî
Kar û berxé xozana
Gul,kulîlkén zozana
Dem dirije war tari
Dicrûs agirê şivana
Ez ew berxé dil qîjî
Qirîn,qajîn bû qûjî
Kalekal ez dikalim
Zevî,mirg dar bejî
Jîyana ser cané min
Gûlyé dara dilé min
Şekir,şirîn,gula min
Ez birîndar dil qarîn
Baran jî war ne barî
Xwarin rijî nane tisî
Mérg û zevî,ax mije
Jîyan,gîyan,gul qijî
Stérkin ser şeva min
War dîyare me jîyan
Hewldane,serîhildan
Gelê welat canê min
Derde,kule li ber min
Rojhelat pir dûrî min
Bakûr,başûr axa min
Çar perçeye warê me
Xulam,şivan lo gavan
Sonde,qesm li dilovan
Laz,Fars û gelê cîhan
Kurdîstan jî hişê min
Derdê min zelûla min
Êş û,jana ev canê min
Mem ê Zin ê gula min
Welatê me jî yara min
11.05.2004
B.Paşa
Kayıt Tarihi : 29.12.2007 20:34:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!