Gul û Bilbil Şiiri - Mehmet Hakan

Mehmet Hakan
26

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Gul û Bilbil

Hewara bilbil ji jana dil e
Demsala gulê bihara ewil e..

Cenga bilbil li ser gul e
Haya gulê belkî jê tune.!

Pesnê gulê bi dengê bilbil e
Rengê gulê ji xwîna dil e...

Sûnda bilbil navê gul e
Dengê bilbil her tim kul e..

Eşqa gulê derdê dinê
Sûnda bilbil taa mirinê...

Mirin mirî, bilbil mirî
Evîn sêwî, gul bêxwedî..

Koça dawî, rojek sarî
Qebir tarî, rê ne diyar..

-ew gul ên ku
di nav axa pîroz de şîn dibin
bêhna xwe ya herî xweş
didin wî axê-


Çû ser bilbil axa sar e
Gul ma li jor, bilbil xar e..

Ev çi hal e, ev çi kar e?
Stûyê gulê îro xwar e..

Çûna bilbil bêveger e
Çavê gulê wî digere..

Edî nayê dengê bilbil
Gul dike qehran ji dil..

Ew girîna wan zindiyan
Pêwîst nîne bo miriyan...!

-netirse bilbil!
bêhna gulê ji axê ye-

Mehmet Hakan
Kayıt Tarihi : 3.6.2023 13:37:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Hakan