Derê min de gul tune ye
Qîr û qetran min re maye
Li ser min de dert dibare
Rewşa min de, hal nemaye
Gulî yê gul qetandine
Ax dara gul, gul nagire
Gul evîn e min re can e
Gul tunebe dil agire
Wek evînê gul şirîn e
Carna jiyan, carna cane
Dayê wele ez xemgînim
Gul tunebe dem arane
Gula min jî min qetandin
Bê havînim, bê baharim
Bi rojan e ez dinalim
Ez sêwîyê ber dîwarim
Hovanan dil min şikandin
Dilo rabe xew ragire
Li gul darê de tune be
Halê min jî kêf nagire
Êz ber derdan bêçareme
Lolo bavo, lêlê dayê
Wax, dilê min pir tenike
Bêgul, qet sebra min nayê
Mehmet Çobanoglu
26.07.2023
Stenbol
Kayıt Tarihi : 26.7.2023 13:42:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2023/07/26/gul-tunebe-dem-arane.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!