Dersimin Türküsü Mesaj Detayi Antoloji.com

Gönderen: Baran Bari
Alan:   Grup:Dersimin Türküsü
Tarih: 23.07.2009 19:33
Konu: Azadi

Azadî

Ez dizanim azadî bê yekîtî çê nabe.
Pêwiste bibin yek, herkes wek xwuşk û bire be.
Neyar xayîne, dê he ye, belê bê babê
Dixwaze me parçe ke ku yekîtîya me ji binî rabe.

Hin kesên me hene bi zanebûn an jî nezan
Dibin alîkarê dijmim, bila herkes vî bizan
Şîyar bin ey gelî keç û xortên ciwan,
Pêşî lê bigrin, fersend nedin wan.

Ez dizanim insan bê dost û yar nabe.
Dost û yar jî bê azadî û welat nabê
Yar tê di nav azadîyê da, li ser wetan şabe
Di nav vê şayîyê da yar tê tam ji te ra yar be.

Dema meriv azad ne be yar hebe jî çi feyde
Ev ne zewq e, ne eşq e, hemî kul û derde
Heke gel tev azad be, ew dem her tişt jî di serde
Yar bila hev qepaçe kin, kes kesî bernede

Ez dizanım civaka ne azad ne bextîyar e
Dijmin zalim e, ser dest e, wek gurê har e
Rabin tev bibin yek, destên hev bigrin, car ev car e
Jı bo azadîyê xebat kin, zêr û mal, dost û yar ev kar e

Jin û mêr, keç û xort ji hev hezkin
Jı bo welat xebatê bi lez kin
Xwe ji bin destên neyar xilaz kin
Van karên hêja bi lez û bez kin

Ez dizanim ji insan ra eşq tiştek baş e
Kesê aşiq be, ew raste ne şaş e.
Kesê ji welat ra ne xebite ew caş e
Civak di hin rêyan da yek be gelek baş e...