Goristan Şiiri - Rıdvan Köse

Rıdvan Köse
28

ŞİİR


5

TAKİPÇİ

Goristan

Qebristan ne medhuş e ne jî ji me re menhuş e,
Ca hinek bisekine guh bide wê dengî ćiqas xamuş e.
Qelbê qebrê ne xamuş e, dervayê we ne heybet-puş e,
Mirov ji jîyanê sar dibin dil bi hêvîya wisala wê coş e coş e,

Ey goristan! Ti çi alem î? Fitratbilind u xuy bilind î!
Li ba te veşartî ne mirovê hişmend u xwedîrindî.
Ji te hewar dixwazin feryad u ye's u haybet.
Hinek nura çev î, yan jî tiyneta te hecinandî,
Ji ruhê paqij ê stêrkên çevê milletê buye pijandî.

Ti dîrokî navdar u pürşan î, pêşeroja gel li ba te ye.
Ibret hebe li ba te ye, hikmet jî helbet li ba te ye.
Dewra dagirkirin di bîra te de ye, dewlet li ba te ye,
Lewre azadî li ba te ye, mêrxasî u xîret li ba te ye.
Jîyan eďî daketîye u raketîye, izzet hebe li ba te ye.

Ey cîyê aşîtîyê u başîtîyê! U ey ser heddê hebun u tunebunê.
Baskê te müşfik in ey sîya sermedî ya Xwedayê gerdunê.
Heke tu tunebî, ê mehrum u bêwaye çewa bibînin firehbunê.
Di sîya teya dirêj de asude heye millet dibîne felahbunê.
Feda bibin ji şevên te re, sed beyanî u sed sibehê gerdunê.

Me'dena te ji axê cuda ye, cewhera te ne ax e.
Nizanin tu yekî çewanî pêl te dikin ax sed wax u ax e.
Her zerreyê te hezar tovê mêjî ne ev çi hikmet kî çirax e.
Esl u bingeha te wusa feyz-dide, ey zemina marifet.
Her wucud ku ji sîhwana te dertê dibe ruhê rif'et.

Ey goristan! Di zikê te da hezaran meh veşartî ne.
Herî u kevirên te bi emrê Xweda nura nigeh difişqîne.
Jî telê te yê bala re her gil u giya nişane kî nazenîne,
Darê hewlê ku bilindin Ji Xweda re dikin ax u enine.
Çel u kortikê ku ji Erşê nazil bune cîyê her ewle u emîn e.

Ey şevistan! Ey hembêza cesedan! Ey perdeya Kibriya!
Hêvî li ba te emanet in! Ji te hilat dibe fecra Beqaya.
Her perçekî kevirê te dixwune hezar şi'rê lahut eda.
Her helbest kî te, ruhan ji sermedîyetê re dike aşîna.
Ey axa semavî! Hezar silav ji bejn u balaya te ra.

✴✴✴✴✴✴✴✴✴✴✴✴✴✴✴✴✴✴✴✴✴✴

Rıdvan Köse
Kayıt Tarihi : 13.2.2021 00:08:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Hikayesi:


M. Akif Ersoy’un, Kabristan adlı şiirinin Kürtçeye tercümesi

Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Rıdvan Köse