Germa Dilê Te Dermane

Mehmet Çobanoğlu
2553

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Germa Dilê Te Dermane

Germa dilê te dermane
Kenê te jî wek çemane
Te nanêrîm û şermane
Ximeximî ket dilê min

Berbanga min, şeveqa min
Ronahî ya ser dilê min
Tu yî nura her siba min
Ximeximî ket dilê min

Ez nexwaşê çavên te me
Were ba min bextê te me
Bi rojane bandê te me
Ximeximî ket dilê min

Kezaba min neqelîne
Eşqa te min dinalîne
Birîna min bialîne
Ximeximî ket dilê min

Dilhebînî û dilxwazî
Gazî dikim her awazî
Delalê were dil razî
Ximeximî ket dilê min

Mehmet Çobanoglu
21.07.2022
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 21.7.2022 17:27:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu