Gerdûn Şiiri - Rıdvan Köse

Rıdvan Köse
28

ŞİİR


5

TAKİPÇİ

Gerdûn

Ger ku li dinyayê kesek bimaya.
Ê Ronîya Çevê Cîhanê bimaya.
Emê herin zindanek reş û tarî,
Wê zindanê tu dikî wek seraya.

Çi mal û çi zar, çi heval û cînar,
Çi yek û hezar, çi peya û siwar.
Çi ewê dilşikestî, çi jî ewê dilyarî.
Ew gora teng, ji teva re bûye war.

Hinekî mal ava kirin bi nemirane.
Hinekî zordestî kirin Nemrudane.
Hinekî dilxweşî çûn, hinek dilzarî.
Ev gora teng ji teva re meydan e.

Gelek çevşepal bûne xwelî bêdil.
Axa gora wan ji çevan re bûye kil.
Gelek fermandar çûne bi neçarî.
Ew laşê wan ê qerase bûye wek zil.

Em rêwîyê vê xana wek sîya darê,
Bîstek şûnda emê jî herin wê warê.
Ha tu qral î ha parsek yan jî tu Çar î,
Çar meriv ê te hilgirin tabûta ji darê.

Dilan neşewitîne bi agirê hêrsbûnê.
Bide ber bayê hest û tolên gerdûnê.
Ji her tiştî hêjatir e dilê qels û hejarî,
Dîlana dilan e devberdana ji pevçûnê.

Rıdvan Köse
Kayıt Tarihi : 9.10.2024 07:14:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Hikayesi:


Rêyekî dûr, bi ramanekî kûr, bi dilekî hûr... Ev helbestê avête dilê min. Mirina kalê min, aşa dilê min şixoland e.

Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!