Geh Êşe Geh Birîne Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2544

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Geh Êşe Geh Birîne

Dilo rebeno ev çi xeyale ev çi xewe?
Dîsa xapandine, bêhayyî ye nav gelê me de,
Agire, şwate dibare li ser malan de…
Çav çavan nabîne kes jî bi kesî nabîse.

Hey gidî dilo roj jî ser Cihan’a me reş’e!
Hê Bihar’a me pir dûre dorhêl jî me qeş’e;
Ev çi bêbextîye dîsa xistin nav gelên me
Hinek bo meqerne û rejî gelên me difroşin.

Dilo rebeno dîsa dengê tank û topane,
Kele kela dilan, girîn û rondikên ber çavane,
Hinek Kurd mêrin û camêrin hinek risvanin!
Ba wan ne rûmet û ne jî mirovatî heye.

Ax dilo hewar li me! temena min derbaz dibe;
Hê ewrê reşe û tarîye welatê me de,
Tevkujîye, kom û kom doralî jî tim gorin!
Nalîna dilane bombê Tirkane li ser me.

Dilo keviro gure gura balafirane…
Ser me agire, şewate dibare salane,
Heval çûn çiyan xayîn jî li cem dewletêne
Warê navçe Motkî’yê de gorên tomarine.

Dilo ez bimirim şerma bêbexta tuneye,
Hemû koma wan jî tev parsekên akepêne
Hey gîdî dilo mala xayîna bişewête,
Rêberê Kurdan girtîye! talaşa wan nîne.

Dilo geh te êşe geh jî birîna welate,
Derd û kul têkeve nav wan komên bêxîretan
Daxwazîya te tim ziman û axa Kurdan e
Şoreşîya gelan û azadîya welat’e!

Memet Çobanoglu
19.02.2011
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 22.3.2011 13:34:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu