Dîsa bûm êşekî bê derman ketim di dilê te.
Dilê ku bi kul û birîn.
Ax dayîka min Amed.
Dergûşa min bû Lîce.
Welidîm, zarok bûm, ciwan bûm ketim karwana canmerd an.
Veneqetiyan hundirê dilê te dîsa,
Her tim di wê dergûşê de bûm.
Kerî kerî bûm, serhildêr bûm lê dîsa vegeriyam ber dilê te.
Hêlîna mîn bû çiya, xewna min bû çiya.
Amed ! dayika min Felat im ez,
evîndarê te me wek her kudewar û pakrewan.
Me rê ne da zalim an, xwînxwar an.
Germahiya havînê sar bû laşê min lê stûxwar nebû dîsa doza pîroz.
Felat' im dayê, her Felat 'im.
Tirs û xof im di hişê neyar û dijminan de.
Me fermana siltanê Enqerê pûç derxist.
Serfiraz be, serfiraz be , serfiraz be bihûşta min.
Kayıt Tarihi : 14.6.2019 02:42:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!