Di nav dilê min de agir û şewate
Paşila min de pêlê azadîyê ye
Lawê min, keça min hun rêktin
diçin
Barê we de dildarî û rizgarî ye
Keça min, lawê min, bi haj xwe hebin
Herin li ser xêrê, ji we re oxir be
Bi evînê azadî yê mezinbikin
Bêkilam, bêsûrud, bêarîşan nabe
Bi êş û kul û xem ket nav kezeba min
Ez gazî hevalan bi hogiran dikim
Ewrekî reş diherike li ser min de
Ez dilê xwe de aştî yê xwedîdikim
Lawê min, keça min, li hêvîya we me
Zincîran bişkênin ji bo wekhevî yê
Ewr û ezman ji bo bindestan digirîn
Mil milan bimeşin, ji bo rizgarî yê
Ferzîne ji me re mizgînî yê bînîn
Em gul, gulpikan, em welat dixwazin
Hemû girtîgehan,tarîyan xopankin
Em ba û baran, em zivistan naxwazin
Mehmet Çobanoglu
23.08.2019
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 24.8.2019 10:25:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2019/08/24/ezman-ji-bo-bindestan-digirin.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!