Ez Memim Memê Qemerim

Mehmet Çobanoğlu
2553

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Ez Memim Memê Qemerim

Ez Memim Memê qemerim
Ne xirabim, xwedîbextim
Xeyb û derew tune ba min
Ne bêşîrim ne bêbextim

Ez Memim Memê qemerim
Perwanê ar ê eşqê me
Derdê min derdê dilane
Ez pepûlê evînê me

Ez Memim Memê qemerim
Dilê min de hêvî heye
Min ji we re sewda barkir
Barê min barê eşqê ye

Ez Memim Memê qemerim
Ji bo evînê mecnûnim
Bendewarê sewda yê me
Wek bilbilên ser gulanim

Ez Memim Memê qemerim
Bi êş û derdan bêhalim
Ev dilê min pir bêzare
Ber zordestî yê dinalim

Ez Memim Memê qemerim
Rojan e dil qûreqûre
Ez robarê evînê me
Xem û kesera min kûre

Ez Memim Memê qemerim
Hebûna min ji axê ye
Ez zanim, evîn şêrîn e
Axa bavê min Qers'ê ye

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 20.7.2019 17:52:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu