Keça min e delal min qurbana xweke
Here hespê min bîne barê min lêke
Kesera min xerêbîyê de zêde bû
Ez rêwîyê rêya dûrim min rêwîke
Keça min rojane li ser min baran e
Derdê xerîbî yê ji min re giran e
Nanê min hazirke min ji vir rêwîke
Ezê ji vir herim gundê me Şewan e
Keça min bi rastî sebra min tu nema
Bi salane ez ketim nav derd û xema
Di nav hişê min de Qaqizman û Qers e
Tu zanî gund ji bîra min naçe lema
Keça min ax û warê me pir şêrîne
Her zozanên wî de gul, kulîlk tijîne
Delala min ezê rabim ji vir herim
Ji hesreta gund dil min diqijîlîne
Keça min ez sîwarê hespê hêşînim
Salane ez tim rondika dibarînîm
Keça min were te hembêz bikim biçim
Lê ezê tim te re nameyan bişînîm
24.08.2016
Stenbol
Kayıt Tarihi : 24.8.2016 21:49:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2016/08/24/ez-siware-hespe-hesinim.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!