Ez Salan e Dûajo Me Şiiri - Mehmet Çoban ...

Mehmet Çobanoğlu
2553

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Ez Salan e Dûajo Me

Ez berxvanê ber berxa me
Ez şivanê dewara me
Dilê min de xema mine
Ez cotkar û ez pale me

Ez aşvanê ber çerxa me
Ez noturvanê baxa me
Destê min de şiva mine
Ez salan e dûajo me

Ez rebenim ez bêkesim
Ez sêwî me ez bi hesim
Li bêbav im û bêdê me
Ez nebaşî yê dihesim

Ez ximexima nav çema me
Av dikişe lemeleme
Bilûra min bi darê ye
Ez stranê ser lêva me

Feqîrî jî min re maye
Xeyalê min azadî ye
Ez karkerim û gundî me
Hêvîdarî ya min heye

Ez lawê gelê Kurd’a me
Ez Mem’im, Mem ê Eyo me
Bi rastî ez azad xwazim
Welat pêwîst e li bom e

Stanbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 17.9.2019 14:48:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu