Ağ ez xemgin ez rebenim
Dermanê min jî welatê me
Ax ez dîn im û dil bengînim
Evîna min ew gula geweze
Ez dikişim lo şevan û rojan
Xwîn jî min diçe wek Ereze
Ez belgê ser pêlê çemanim
Keştî tune ax û wax digerim
Ez lat û newal gelî û zinarim
Navberê min de gul û kulîlkin
Ez tîp û gotin rêz,helbestim
Ziman û dengê we Kurd'anim
Lo ez şêr im xwe şervanim
Ez leheng,egîdê dil polatim
Ez berfa bajara li êla Qersê
Ez ser axa Amed'ê rengim
Ez havînim lo ez baharim
Ez konê deşt û zozaname
Ez dengê karik û berxame
Gavan we şivanê Kurdame
14.03.2001
B.paşa / İst
Kayıt Tarihi : 22.11.2007 16:28:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Türkçesini de yazsaydınız okusaydık biz de...
Birtek ez'ser'bahar'şivane'zanana'amed'polat'leri anladım kelime olarak ben..başka da yok..
TÜM YORUMLAR (1)