Dilo dilo dilê min, xew nakeve nav çavê min
Ev çiyîye min qewimî? birîna min jî pir kûre
Ez bêkesê, pepûkê îro jî li min şîvane
Derdê min pir girane, li min êşe min kesere
Ax li min belengazê, ez rêwîyê rêya dûrim
Bêhêzim û bêqudûm; ketim li nav kend, newalan
Dilê min dişewite, ez agirim ez kozirim
Nizanim ji bo çîye? çem û kanî av nadin min
Bihar min xeyîdiye gul, kulpêkên min çilmisîn
Saleine ez wihame, min nalîne ez dinalim
Ximexima dilê mine, li min axe min zararîne
Min girîn û qîrîne, hêstirên min diherikin
Ez rabûm ez rêwîme, ez rêwîyê nivê şevê
Derdor bi devî tijî, ez bi tena serê xwe me
Her der jî lat, zinarin robara de mişkin, marin
Ax limin limin limin goştê canê min qetandin
Dilo dilo dilê min, li min xeme û xeyale
Bigerim û naegerim her der min re mij, dûmane
Dem min re tim bagere welatê min dûrî mine
Ez rêwîyê rêya dûrim dilê min de Qaqizman’e
Mehmet Çobanoglu
20.04.2012
Stenbol
Kayıt Tarihi : 20.4.2012 12:07:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2012/04/20/ez-rewiye-reya-durim.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!