Min got ez Helbestvanim
Min ra gotin tu şivanî
Belê raste wisane
Min şivanîyê xwelaskir
zaroktî û civanî
Destê bavêm piştmin bûya
Belkî ez bi buma hunermendekî mezin
Ewî da pêşîya min du hev bizin
Go gotnamin dernekeve tu carî neke gazın
Pêşyamin diçun bizin
Paşyê ji kavirê gêj dihatin du min
Nikarim bişkênim wê çerxê
Emrê min wisa derbazbû
Havîne ber germê tave
Zivistanê ji nava zix û rêxê
Bîst pênc sale ez şivanim
Bîst pênc sale ne azadim
Ne zarokim ne civanim
Hebum tunebum şivanim
Kayıt Tarihi : 12.06.2026 19:46:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!