Ez çiqa dibejim kes nabîne kes nabîze

Cevat Sevil
HAK AŞIĞI KUL HÜDAVENDİ’NİN HAYATI VE AHLAKI
320

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Ez çiqa dibejim kes nabîne kes nabîze

--
Şevu roja dikim qîrînu amane
Gelo hele mêzekin halîmeyî çiqa yamane
Bağu bağçême dan ber bireku baltane
Ez çiqa dibejim kes nabîne kes nabîze

Bağu bağçême bi bireka hur hur kirin
Mêra xistin zora çaviwan kur kirin
Derman danê pez dewarême kir kirin
Ez çiqa dibejim kes nabîne kes nabîze

Neman gazayu gönd gî bune taru mar
Keçu buka ber çoyê zülmê dikir qare qar
Va ne şerefa însanane gelekî eybu âr
Ez çiqa dibejim kes nabîne kes nabîze

Her derê dinerî gî miju dumane
Ekserê dijmin ket bajaru göndane
Zülmu zor liwan kirin dest avitin namusa wane
Ez çiqa dibejim kes nabîne kes nabîze

Küştin şivanu gavanu êzingvan
Li kîderê dinêrîye dengê keçu buka tê dikin qîrînu aman
De gelo bi desti hev bigrin binê vî derdîra çi derman
Ez çiqa dibejim kes nabîne kes nabîze

Zülmu zora mezinbu ser vî gelîye
Dostu dijmin nav meda ne belîye
Kes newêre ji kesîra bibê halî teyî çîye
Ez çiqa dibejim kes nabîne kes nabîze

Millet perîşane tineye rîya bajaru göndan
Beli nakîye rîya xerabu rindan
Em gî bun weka pepuka em kente şuna köndan
Ez çiqa dibejim kes nabîne kes nabîze

Zülmu zor li her derê dibîye bê qirar
Gelîme bin zorêda dikîye qare qar
Her derêra darîye balefir dibarîye ar
Ez çiqa dibejim kes nabîne kes nabîze

Ser çîyan daketîye miju dumane
Çav çava nabîne qîrînu amane
Halême pir xirabe derdîme yamane
Ez çiqa dibejim kes nabîne kes nabîze

Çito dünya alem berxüdarbu em mane ben dîwar
Bona wî lime tê gazîyu qîrînu hawar
Her derê ser meda dibarîye ateşu nar
Ez çiqa dibejim kes nabîne kes nabîze

Hînkü em gazîkin cîger lime buye xune
Va netü tertîbe nejî tü qanune
Çito birê Müslüman li birê xweyî müslüman dixîne
Ez çiqa dibejim kes nabîne kes nabîze

Dest meda nema malu mülk bağu bostane
Dest meda nema dewaru pezu heywane
Malame kesîda nema ardîyu arvane
Ez çiqa dibejim kes nabîne kes nabîze

Cevat Sevil
Kayıt Tarihi : 8.3.2004 21:40:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Cevat Sevil