Ez Bum Dîn û Dîwane Şiiri - Fikri Amedi

Fikri Amedi
30

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Ez Bum Dîn û Dîwane

Ez evdal û pepukim, bum rêwî û eware
Ji ber evîna yarê, dilê min pare pare.
Ji ber eşq û narê wî, dilê min zare zar e
Ka xeberê bişînin, derd ra bibînin çare.

Ez bum dîn û dîwane, evdalekî bêxane
Ji agirê evînê, kanya hêstran zuhane

Wek mejnunê dil bi kul, min dil li xwe peritand
Ji hîcran û fîrqetê, min cîger li xwe qetand
Bi şev û roj melûlim, min serî li xwe gerand
Dilopek rehmet bînin, min dil tev li xwe kewand.

Ez bum dîn û dîwane, evdalekî bêxane
Ji agirê evînê, kanya hêstran zuhane

Dil bi şîn û matem e, çav buye kanî û çem
Ji agirê dilê min, çîya tev bi derd û xem
Agir bi ruhê min ket, ji mejnunan ra ev dem
Ya rebb rehmê bibarîn, rohnî bike tu alem

Ez bum dîn û dîwane, evdalekî bêxane
Ji agirê evînê, kanya hêstran zuhane

Wek gerok û ewaran, ez bum dînê jîyanê
Bergîtê rawza hatim, ketim nav gulîstanê
Ji hesreta Nebî ra, dil şewutandî janê
Ser vî gunehkarî da, ya rebb bişîn baranê.

Ez bum dîn û dîwane, evdalekî bêxane
Ji agirê evînê, kanya hêstran zuhane

Bi vê demê serxweş im, ji nûrê ra perwane
Ez bi wejd û bi cizbê, ji yarê ra dîwane
Hiş û aqil ji min çu, wek dînan bum bêwane
Ya Rebb perdan rabike, bi seyrê bim mestane

Ez bum dîn û dîwane, evdalekî bêxane
Ji agirê evînê, kanya hêstran zuhane

Ey serwerê nebîyan, ey sultanê ewlîya
Min ji hesreta te ra, kul girêda wek çîya
Ka rohnîke alemê, tu bibe nûr û zîya
Wer dilan zînde bike, ey tîrêja enbîya

Ez bum dîn û dîwane, evdalekî bêxane
Ji agirê evînê, kanya hêstran zuhane

FIKRÎ AMEDÎ

Fikri Amedi
Kayıt Tarihi : 10.12.2017 11:11:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Fikri Amedi