Rojhilat û rojava ê Xwedê ye
Bakur û başûr jî
Bi qudreta wî her tişt
Di nav derya aşîtîyê de diherike.
Ew Rehman û Rehîm e
Rizqê zaliman, fasiqan û mu’mînan
Bi navê xwe yê adil, li gor ked û xebatê dide.
Ew Adilekî yekane ye
Miradê herkesî dike
Ji nod û neh navê wî yek jî Adil e.
Hemd û sena ji bona Wî ye
Ya Xweda!
Nefsa min dixwaze min bixerifîne,
Ji ser rêya rast û dirûst pîyê min bişemitîne
Fêkîyên qedexe bi min bide xwarin
Û min rût û tazî bihêle.
Min ji dergaha te biqewurîne
Û li ser rûyê erdê
Min û leînê qewurandî bi serê xwe tenê bihêle.
Lê tu bi rehmet û mexfîreta xwe min disitirînî.
Ya Rebb!
Dema dinivisînim û dixebitim,
Tu min ji rêya rast nezivirîne
Tu dizanî nefsa min gazî xerabîyê dike,
Fikrê min û zikrê min xemil û xişrê dinyayê dixwaze.
Dinya derewîn ku bi qasî laşî mirarî,
Qedr û qîmeta wê tune ye,
Xwe bi zêr û zîvan dixemilîne
Û gazî min dike.
Lê tu bi rehma xwe ya bêdawî min disitirînî
Nîmetên xwe ên ebedî û ezelî ji ser min kêm nakî
Min ji şeytanên ji îns û cinan diparêzî..
Ya Îlahî!
Tu ruhê min bi lêmiştê qirêj neke,
Bi çavnebarî û kerb û nevînê
Dilê min teng neke
Bi rehma xwe ya fireh,
Sîngê min vebike
Kîn û nefretê ji dilê min derxîne.
Û pîyê min li ser rêya Muhammed Mistefa qewîn bike.....
Fikrî Amedî
Kayıt Tarihi : 10.12.2017 10:59:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!