Ez Şiiri - Yorumlar

Xizan Şîlan
49

ŞİİR


5

TAKİPÇİ

Ez

ez bi çirûskên meşaleya giyanê xwe serfîraziya gelên mezlûm pêşwazî dikim ez di raperîna zarokên keviran de lanetê li rûyê panzerên qatil dibarînim ez li meydanên bajarê amedê govenda serkeftinê digerînim ez di şopa zendên kelepçe de kulîlkên berxwedanê dipişkivînim ez li ser destmala dayikên şîngirtî destana lehengên nemir diafirînim ez kirasê bindestiya zalim diçirînim ez qefesa welatê xwe yê birîndar bi ala azadiyê dipêçim ez coşa kaniyên şad li nav mêrg û çîmenên xemgîn dixuşînim ez im yê xirabiyê li nav çerxa felekê dicemidîne li baxê dil tovên qenciyê diçîne bi kilamên Şeroyê Biro sînorên rûreşiyê hildiweşîne Xizan Şîlan 2011-12-28 Stockholm

Tamamını Oku

Bu şiir ile ilgili 0 tane yorum bulunmakta