Ey Qederê Şiiri - Zandar Amari

Zandar Amari
129

ŞİİR


3

TAKİPÇİ

Ey Qederê

Ey qederê weha nabe
Siûda reş sipî nabe
Her bi xem û kul çênabe
Mirin xweştir ji vî halî

Roj û şevên me wekhevin
Newroz û roşen direvin
Cejn û zêwî dûr dikevin
Mirin xweştir ji vî halî.

Karê rojê xilas dibe
Kula xencer debar dibe
Lê êşa dil derbas nabe
Mirin xweştir ji vî halî.

Bi êşeka bê dermanim
Bê hedan û bê semanim
Bi hawar û bi emanim
Mirin xweştir ji vî halî.

Hiş û mejî li ser nema
Biçek rewa li dil nema
Hindik hêvî li me nema
Mirin xweştir ji vî halî.

Zandar Amari
Kayıt Tarihi : 4.08.2026 12:12:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!