Pêsîrê de morî, mircan, sedefin
Rûçikê de heyverona ronahî
Her awirên lê, her kenên lê wek roj ê
Hebuna wê, ji min re bû ewlehî
Porê serê wê gungilî û reş e
Mîna welat, bû kulîlka dilê min
Diranên lê mircanî dibiriqin
Ew bû bawer, bû awat, bû eşqa min
Ji wê ye, dil û bextewariya min
Dilê min jê re bû behra evînî
Awrin ser rû, bi zelalî diçirûskin
Benda wê me, heta dema şevînî
Li xeynî wê ez tu kesî naxwazim
Ew dilê min evîna wê geş dike
Ji min re wek bihar ê xuya dike
Agirê laşê min, lerza dilê min e
Jê re bêjin bilal xwe qure neke
Qurbana kenê wê bim, tim bimîne
Jê re bêjin, ew ji bo min raweste
Bila neçe, ew benda min bimîne
Ken lê xweş e, hewasa min jî wê tê
Çavên reş û bijang ên tîr li wê ye
Tu hewzanî ew jî tava sibê ye
Dilê min, kezeba min para wê ye
Mehmet Çobanoglu
10. 07.2024
Stenbol
Kayıt Tarihi : 10.7.2024 16:10:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!