Ev Xizanî Me Dêşîne Şiiri - Mehmet Çoban ...

Mehmet Çobanoğlu
2558

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Ev Xizanî Me Dêşîne

Dijwarîye, zordestîye
Salan e me bêbextîye
Hal nehale, rewş nerewşe
Dîsa me re neheqîye

Rêya gelan pir dirêje
Ev cîhan çima qirêje
Dora me de mar û mişkin
Dûpişka reş jehr dirêje

Ev xizanî me dêşîne
Koletî jî mirin, şîne
Bêbextîya neyaran e
Baxan, şaxan heldişîne

Me heware, me bû zarî
Li serme de agir barî
Me derb xwar, em birîndarin
Cîhan me re reş û tarî

Evder warê jin, mêrane
Wek adanî, wek xêrane
Qewlê me qewlê gelane
Mêrxasan û li şêrane

Em wan zîndana naxwazin
Me bû gilî me bu gazin
Bese bila xwîn nekişe
Em mafê gelan daxwazin

Mehmet Çobanoglu
07.11.2021
Stanbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 7.11.2021 15:06:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu