Evina min, ji rojan û rojekî, ji deman jî demekî
Agirê ranewastî
Ser min de barî
Li min coş bû
Li ser min de
Herikî
Dil û kezeba min
Şewitî
Hestî û goştê min
Hincrî
Ez pê heliyam,
Ez pê keliyam
Ev çi afete
Li min
Ev çi dojeh e
Li min
Ket pêsîra min
Bi salane qet hilnaweşe
Li min qarîn e, li min nalîn e
Qet dest li min bernade, qet terka min nade
Hêvîya te me, tu bi xatirê welatê me, were min rizgar ke
Ronahîya çavê min, hewcîya min li te heye
Ez navê te têr nabim, ez qet te bîr nakim
Evîna min
Ku
Haya te li min heye
An na
Dilê min
Gula min
Roja min
Ji bakûr ji heta başûr
Di navbera welat me de qêrîn e
Şîn e, şîwan e, her dem bêbextarî ye
Dîmeneke pir zor heye, rewşeke xerabe ye, dûmane li me
Sewda min, wekî din jî, evîna te tim dilê mi de ye
Wek hemû bajar û gundên welatê me
Wek ew hevalên
Bi salan e
Li ser çiyanin
Wek ew zarokên
Bi salanin
Li ber gulan
Birîndarin
Ber topan û tifingan
Wek ew dayikên me,
Ê her dem pir xemgînin
Tu tim hişê min de yî
Ez wek axa ziwa me, ew axa bê av
Evîna min ez bende te me, delal were li min hûr hûr bibare
Were li ser singê min konê evînê vegire, bi kerema xwe min şake
Mehmet Cobanoglu
28.02.2017
Stenbol
Kayıt Tarihi : 28.2.2017 16:08:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2017/02/28/evina-min-ez-heviyate-me.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!