Evin Caran Welate Caran Yare

Mehmet Çobanoğlu
2553

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Evin Caran Welate Caran Yare

Evîn bi dil de hebe ew dil gire
Tu tiştek wek evînîyê negire
Evîn caran welate caran yare
Rastî tunebûna wê jî agire

Min qijikê ez hez dikim hez dikim
Dilê xwe yar û welat re vedikim
Eşqa dilan her dem eşqeke xweşe
Yar ba min tune ez li vir bar dikim

Bi êş û evîna min bi tev hev bû
Lo dilo roja min çima venebû
Yar li min xeyîdî yar li ba min çû
Ez bendê welat im welat çênebû

Ev dilê min dilê evînyê ye
Di nav de hesrata yara min heye
Ji welat pêştir tiştek min haş nake
Bêyar û bêwlatî mirinayî ye

Yar tu sebra minî tu bêhna minî
Dildara min evîna dilê minî
Lo ev çi haye ev derd min re maye
Ax welatê min tu pir durî minî

19.05.20186
İstanbul

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 19.5.2016 18:21:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu