Ev çi dem e çi dewran e
Ne dîn maye ne îman e
Mirovatî ne xweyan e
Ev teqna axir zeman e
Ev çi dem e çi dewran e
Heval û hogir nemane
Nas û biratî nemane
Ev teqna axir zeman e
Ev çi dem e çi dewran e
Dema ruvî û guran e
Reben bi hawaran e
Ev teqna axir zeman e
Ev çi dem e çi dewran e
Winda buye kesê zan e
Dem dema kesê nezan e
Ev teqna axir zeman e
Ev çi dem e çi dewran e
Başî'yû rêzî nemane
Neqencî pir xwuyan e
Ev teqna axir zeman e
Ev çi dem e çi dewran e
Dê û bavîtî nemane
Law û keçatî nemane
Ev teqna axir zeman e
Ev çi dem e çi dewran e
Ev teqna axir zeman e
Ev çi rewş û çi jiyan e
Ev teqna axir zeman e
Ev çi dem e çi dewran e
Kêf kêfa nebaşan e
Va qêrîna pepukan e
Ev teqna axir zeman e
Ev çi dem e çi dewran e
Reqreqe çek û bombane
Li ser pepukan baran e
Ev teqna axir zeman e
Ev çi dem e çi dewran e
Ne dilnermî ne ucdan e
Dil reşê her kes cuwan e
Ev teqna axir zeman e
Kayıt Tarihi : 17.2.2024 03:13:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

TÜM YORUMLAR (1)