Ez îro dîsa tarûmarim,dîsa qanîya agirim
Welatekî wêran di kûrahîya dilêminde ava bûyi,
Û bedena min hêsîrê tengayîyek bêsînorı,
Çav û ziman bêdeng,
Çav û ziman bêhal...
Evîn, hêvî, bawerî ji welatê'm dûrket.
Li ber çemê dîcleyé, li ser çîyayê araratê û di nav axa mezopotamyayê êdî deng ne ma belayî dilê'm bibi.
Û ez hêsîrim...
Ez hêsîrê jiyanê, hêsîrê hebûnê me, ez hêsîrê tarîyê, hêsîrê êş û îşkencê me.
Wekî hîyve û wekî stêrka, wek zarokek bêkes û wekî welatê min yên xwîn jê diheriki ezê di tenatîya dilê xwedê mirinê hemêz bikim...
Di hemû zivistanên tarîde ez bûm evîndarên biharê,
Di hemû axîn û êşa de ez bûm hêvîyên jiyanê
Lê mixabin di her biharê de talan kirin evîndarîya dilê min
Koçber kirin hêvîyên min...
Kayıt Tarihi : 7.5.2017 15:18:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Ve bedenim sonsuz bir acıyla gözyaşı döküyor,
öyle mi... işaret parmağı ile orta parmağın arasına baş parmağını sokup yüzüne çevir ve salla, ne görüyorsan işte o sonsuz acılarına çok iyi gelecek; bu ülkede kimse yok bi tek siz zulüm gördünüz ve ülke kuracaksınız öyle mi, sen dediğimi yap dediğimi... sessiz acın dinecek...
TÜM YORUMLAR (1)