Êdi Bes Şiiri - Sinan Karakaş

Sinan Karakaş
20672

ŞİİR


39

TAKİPÇİ

Êdi Bes

Ax welat ax tu şîrînê
Dîlanê te dilberîne
Ax û Kevir wek zêrîne
Bê te mami ezim bê kes
Nayê kişandin êdî bes

Hemû çîya hemû zozan
Dara tuwêr dara gûzan
Dengê çûk û dengê mozan
Bê te mami ezim bê kes
Nayê kişandin êdi bes

Hêtirên çava giş bi xwîne
Ciran nema hemû çûne
Kê dipirsim Koçer bune
Bê te mami ezim bêkes
Nayê kişandin êdi bes

İro ez bûm mivanê te
Her gav diqîrim navê te
Pir rûmete her gavên te
Bê te mami ezim bêkes
Nayê kişandin êdi bes

Sinan Karakaş
Kayıt Tarihi : 27.11.2025 12:32:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!