Dîsa Welat Ber Gulane

Mehmet Çobanoğlu
2549

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Dîsa Welat Ber Gulane

Salane derdê gelê me naqede
Agir û şewat ser me de dibare
Ji bo em gelê Kurd’in, me sîtem e
Dîsa li me mije dîsa xubare

Mêrkuj û neyarên me pir zêde bûn
Bi tankan bi topan dîsa rê girtin
Ax me de qêrîna Zok’ê ye, Dih’ê ye
Paşverûyan welatê me vegirtin

Bo azadîya gel li bo axa me
Xwîşkên me birên me şêrin, şervanin
Bêşik koma wan hêzê wan mezin e
Bi saalanin şoreşger û dozvanin

Der rabe daê, lo de rabe bavo
Dîsa li ser me şereke girane
Dîsa dilê me de xwîn dilop dike
Dîsa Çinar û Pîran ber gulane

Welatê me de xişme û xezabe
Ew kesê bêrûmet jî tim bêhaye
Kirina Rom’ê kirina hovan e
Li me pêtên agir û pêlên avê ye

09.02.2016
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 9.2.2016 14:31:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu