Dilo dilo tu çi dinali îro?
Canê min agir û şewate
Qarîn qarîne diqarî dîsa
Bilbilan jî feryat fîgane
Dilo me mije û dumane
Derde,xeme,xeyale dîsa
Zare zara kew,kevokan
Bilbilan bi hemû dilane
Herdem te nalîne û girî
Min jî jane,derd li kule
Dilo xem û xeyale disa
Te agire û min jî şewate
Ez bendê havîn û bihari
Dilo bije tu evîndarê kê?
Min bêrîya welat kirîye
Ez diçim rabe tu jî werê?
Ez bengîn ez xemgîn im
Ev êş,derd bi elemê min
Boy welatê meye lo dilo
Bi qarîn qarîna te bo çiye?
Malxirabo ez jî dilê te me
Girî,qariniê min bo welate
Xem û xeyalê min bihare
Daxwazîyên min jî welate
Dilo ez qurban û mexeyide
De nesekine rabe em herin
Dem zivistane velat jî dûre
Gul bi gulîstan Kurdistan
05.11.2008
Yildirim
Kayıt Tarihi : 6.11.2008 16:41:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2008/11/06/dile-te-me.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!